• Thursday, 12 February 2026
logo

Amerîka hemû serbazên xwe ji Rojavayê Kurdistanê dikşîne

Gulan Media October 13, 2019 Nûçe
Amerîka hemû serbazên xwe ji Rojavayê Kurdistanê dikşîne
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê, Mark Esper beriya bi demekê aşkere kir Amerîka amadekariyan dike 1000 serbazên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê mane vekişîne.

Wezîre Berevaniya Amerîkayê Mark Esper beriya bi demekê ji kanala televîzyonî ya CBSî ya Amerîkayê ra axivî û da zanîn ku wan zaniye ku Tirkiye operasyonê berfireh bike û ber bi rojava û başûrê Sûriyê va lewre wan dest bi amadekariyan kiriye ku 1000 serbazên wan ê li herêmê ne ji herêmê vekişînin.

Di berdewamiya axaftina xwe jî da Esper aşkere kiriye di nava 24 saetan da wan zaniye ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nava hewldanê daye ku ligel rejima Sûriyê û Rûsyayê rêk bikeve bo rêliber êrîşên Tirkiyê bigire.



Esper da zanîn ku hêzên Amerîkayê di navber HSDê û artêşa Tirkiyê da ma ne û metirsî li ser wan hene. Lewre divê ew hêzên xwe ji herêmê vekişînin.

Basnews
Top