Pentagon bo Rûdawê: Ti leşkerekî amerîkî li Kobaniyê nehatiye kuştin
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê ragihand ku şeva 11ê vê mehê, derdora demjimêr 21.00an, hêzên amerîkî li nêzikî Kobaniyê ketine ber topbaran û û ew topbaran jî ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin.
Rêveberê Operasyonan li Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) Brook DeWalt, ji Rûdawê re ragihand ku ew cihê ketiye ber topbaranê an jî bi gotina wî ‘teqîn’ çend sed metreyan derdora navçeya mekanîzmaya emnî bû û li navçeyê rû da ku Tirkan dizanîn hêzên emnî tê de ne.
Brook DeWalt dibêje, di encama topbaranê de ti leşkerekî artêşa Amerîkayê canê xwe ji dest nedane an jî birîndar nebûne û hêzên amerîkî jî li Kobanê cihê xwe veneguhastine.
DeWalt amaje bi wê dike, “Amerîka li dijî pêngava serbazî ya Tirkiyê ye bo nav Sûriyê, bi taybet li dijî operasyona Tirkiyê ye ya li derveyî navçeya mekanîzmaya emnî û li wê navçeyê Tirk dizanin hêzên amerîkî tê de ne.”
Rêveberê Operasyonan li Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê diyar dike ku ew daxwaz ji Tirkiyê dikin ku xwe ji wan karan dûr bigire ku bibin sedema wê yekê, ‘bersivdayîna berevaniyê’ bi xwe re bîne.”
Rudaw
