• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî: Rojavayê Kurdistanê di nav rewşek metirsîdar de ye

Gulan Media October 12, 2019 Nûçe
Serok Barzanî: Rojavayê Kurdistanê di nav rewşek metirsîdar de ye
Serok Mesûd Barzanî li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê, ku niha di bin êrişên Tirkiyê de ye, nîgeraniya xwe nîşan da û ragihand, Rojavayê Kurdistanê di rewşek metirsîdar de ye.

Serok Barzanî li ser êrişên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir. Peyama Barzanî wiha ye:

“Bi navê Xudayê mezin û dilovan,

Zêdebarî wê yekê ku me di heyama borî de gelek hewl da şer û alozî ji gelê kurd li Sûriyê dûr bikeve û êdî rastî êş û felaketê nehên lê mixabin di nav çend rojên borî de deverên Kurdistanî li bakûrê Sûriyê rastî êrişê hatin û ketine nav rewşek metirsîdar.

Berdewambûna şer û ew rewşa metirsîdar, tehdîdek gelekî cidî ye li ser jiyana xelkê û aramî û ewlehiya deverê.

Ez dixwazim ji xelkê qehreman yê Kurdistanê re û hemû aliyan re bêjim, sebebên vî şerî çi dibin bila bibin û her aliyekî ku xemsarî kiribe yan jî destê wî di vê rewşa metirsîdar de hebûye, niha wext wextê muzayedên vala û hêrsbûnê nîne. Dema wê yekê ku em hemû, çi ji destê me tê, bo nehîştina wê rewşa metirsîdar bikin da ku ew şer nemîne û êdî xelkê bê guneh baca wê rewşê nedin û pêşiya guhertina demografiya wê deverê jî were girtin.”

Basnews
Top