Trump biryareke nû li dijî Tirkiyê da
Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê Steve Mnuchin di konferanseke rojnamevaniyê de aşkere kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryarnameyek îmze kir ku desthilatê dide sizayên tund bi ser Tirkiyê de bisepînin.
Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê herwiha ragihand ku eger ew neçar bimînin ew dikarin aboriya Tirkiyê ji kar bixin.
Steve Mnuchin got ku ew dê li gel wezaretên derve û parastinê yên Amerîkayê derbarê wan sizayan de di hemahengiyê de bin û diyar kir, “Em saziyên darayî yên Tirkiyê derbarê sepandina sizayan bi ser wan de hişyar dikin ku bi baldarî tevbigerin. Ez dixwazim bibêjim ku niha ew siza nayên cîbicîkirin. Lêbelê ev mezintirîn desthilat in ku ji aliyê serokatiyê ve bi me hatine dayîn.”
Wî wezîrê amerîkî got ku ew siza dê tund bin û got, “Ez hêvîdar im ku em neçar nemînin bo bikaranîna van sizayan, lêbelê eger pêwîst bike em dê aboriya Tirkiyê bigirin.”
Piştî vê daxuyaniya Wezîrê Gencîneyê yê Ameîrkayê, nirxê lîreya tirkî li hember dolar daket. Niha dolarê amerîkî li hember lîreya tirkî bilind bû 5.90an.
Li Encûmena Nûneran a Amerîkayê, îro ji partiya Donald Trump, 29 parlamenterên Komarî, ji ber êrişa li ser Rojavayê Kurdistanê projeyasayek ji bo sizadana Tirkiyê amade kiribûn.
Artêşa Tirkiyê li gel grûpên çekdar roja Çarşemê êriş bo ser Rojavayê Kurdistanê dabû destpêkirin û heta niha di encama wan êrişan de hejmareke xelkê sivîl bûne qubanî.
Rudaw
