Yekîtiya Ewropa: Êrîşên Tirkiyê dibin sedema karesateke mirovî
Serokê Encûmena Ewropa Donald Tusk îro li Qubrisê ragihand, pêwîst e Tirkiyê têbigihe nîgeraniyên Ewropayê û divê êrîşên wê nebin sedema karesateke mirovî.
Got jî: Qebûl nakin penaber wek çekekî li dijî Ewropa bên bikaranîn û gefên Erdogan yên di wê derbarê de, ne di cihê xwe ne.
Hevdem, Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte helwesta xwe derbarê êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê ragihand û daxwaz ji Tirkiyê operasyonên xwe rawestîne.
Herwiha rexne li daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan girt û got: Nabe Tirkiyê penaberên Sûrî wek amrazekê bikar bîne û bi wan fişarê li Ewropa bike ji bo operasyona Tirkiyê qebûl bike, em êrîşên Tirkiyê qebûl nakin û divê rawestîne.
Serokomarê Tirkiyê berî çand rojan ragihandibû: Heger Yekîtiya Ewropa êrîşa me bi dagîrkerî binav bike, emê deriyê Ewropa li pêş penaberan vekin.
