• Thursday, 12 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê girê Miştenûrê nêzîkî binkeya Amerîkî topbaran dike

Gulan Media October 11, 2019 Nûçe
Artêşa Tirkiyê girê Miştenûrê nêzîkî binkeya Amerîkî topbaran dike
Topxaneya Tirkiyê bajarê Kobanê û girê Miştenûrê de topbaran li nêzîkî binkeya hêzên Amerîkî û Fransî topbaran dike.

Peyamnêrê K24ê li Kobanî da zanîn, artêşa Tirkiyê vê êvarê dest bi topbarana navanda bajarê Kobanê û girê Miştenûrê kir.

Ameje bi wê yekê jî kir, binkeya hêzên Amerîkî li girê Miştenûrê yê û topên artêşa Tirkiyê lê nêzîkî wê ketin.

Da zanîn jî, helîkopterke Hevpeymaniya Navdewletî jî li esmanê Kobanî geriya, ku tê pêşbînîkirin ewê leşkerên Amerîkî û Fransî ji Kobaniyê derbixe.

Ta niha zanyariyên zêdetir derbarê topbarana Tirkiyê ji girê Miştenûrê re nayin zanîn.

K24
Top