• Thursday, 12 February 2026
logo

Hêzên Amerîkî li nêzîkî Girê Spî dest bi tevgerê kirin

Gulan Media October 11, 2019 Nûçe
Hêzên Amerîkî li nêzîkî Girê Spî dest bi tevgerê kirin
Di demekê de ku êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê di roja sêyem de berdewam e û hêzên HSD û YPGê berevaniyê dikin, îro hêzeke Amerîkayê li bajarokê Silûk ê li rojhilatê Girê Spî hat dîtin.

Peyamnêra Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê, Rengîn Şero ragihand: Îro hêzeke Amerîkayê li bajarokê Silûk ku dikeve rojhilatê Girê Spî hat dîtin.

Bi gotina peyamnêra Rûdawê, ew hêza Amerîkî ji 6 otomobîlên Hummer û otomobîleke Land Cruiser pêk hatiye.

Piştî destpêkirina êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, ev cara yekem e ku hêzeke Amerîkî li nêzîkî cihê şer û bi taybet bajarê Girê Spî tê dîtin.

Bajarokê Silûkê li rojhilatê Girê Spî ye û dikeva navbera Girê Spî û Serê Kaniyê.

Ev yek di demekê de ye, ku artêşa Tirkiyê îro di sêyemîn roja êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê de, topbaran û bombebarana herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê dest pê kiriye.

Tirkiyê ji roja Çarşemê ve dest bi êrîşeke berfireh bo ser Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Rudaw
Top