Wezîra berê ya Îsraîlê: Dewleta serbixwe ya Kurdistanê bo seqamgiriya navçeyê pêwîste!
Wezîra berê ya dadê ya Îsraîlê û seroka naha ya Partiya Yamîne Ayelet Shaked daxwaz kir, welatên rojava piştevaniya damezrandina Kurdistana serbixwe li Rojhilata Navîn bikin.
Li gor raporta malpera Times a Îsraîlê Shaked dibêje Îsraîl nikare çavê xwe bigre li vê zulma li kurdan tê kirin, ji ber ku di dîrokê de zulm û komkujî gelek mezin li ser cihûyan jî pêkhatine.
Siyasetmedara Îsraîlî ku di helbijartinên vê dawiyê de rikberî li gel partiya Benjamin Netenyahu dikir û dibêje: ‘’Wekî berê jî min ragehandibû, ji bo berjewendiyên Îsraîl û Amerîkayê û ji bo asayîş û seqamgiriya navçeyê bi dewleta serbixwe ya Kurdistanê ve pêkan e.’’
Herwaha amaje bi dîroka gelê kurd kir û diyar kir, gelê kurd gelê herî mezin ê bê dewlet e. Herçend gelek prensîb û nirxên rojava nêzîke jî û di şerê DAIŞê de bi jin û zilam ve beşdarî helmeta cîhanî ya dijî terorê kirin.
Shaked kurd wek gelekî aştîxwaz, kevin û demokrat pênase kir, ku bi dirêjayiya dîrokê de berdewam destpêşxerên ti şerekî nebûne û ti demekî êrîş nekirine ser ti welateke din. Lê naha jî dema wê em piştgiriyê li wan bikin.
Basnews
