• Thursday, 12 February 2026
logo

Firansa daxwaza kombûneke bileza hevpeymanîya nêvdewletî dijî Daişê dike

Gulan Media October 11, 2019 Nûçe
Firansa daxwaza kombûneke bileza hevpeymanîya nêvdewletî dijî Daişê dike
Bi egera hêrişa Tirkiyê bo sre bakûra rojhelata Suriyê Jan Êv Lodiryan, wezîrê derveyê Firansayê daxwaza kombûneke bilez dike ji welatên endam di hevpeymanîya nêvdewletîya Dijî daişê.

Di dîdarekê de li kenala Firans2 tekez kir, eger heye Daiş hêrişa Tirkiyê bo ser bakûra Suriyê bo xwe bi delîve bizane bo serheldanê, lew pêwîste bi zûtirîn dem kombûna Hevpeymanîya Nêvdewletî dijî Daişê bihêt encadan.

Evî wezîrê Firansî, gumana xwe ji armancên Tirkiyê ji wê operasyonê nîşanda û tekez kir, divêt Hevpeyamnî evro wê yekê bêje, ewa ku pêwîste bikîn. Divêt ewê yekê jî dîyar bike ka bo çi Tirkiye dixwaze biçe bo bakura Suriyê? Em çawa biakrîn ewlehîya wan deveran bikîn ku çekdaarên Daişê têde hatne zîndanîkirin?

Di dirêjeya axivtinên xwe de Lodirîyan got: Pêdivîye her tiştbixin ser mêzê daku me berçav ruhnî hebe.

Derbarê çekdarên zindanîkirîyên Daişê li girtîgehên Suriyayê, wî wezîrê Fainsî tekez kir, pêwîste çekdar li Suriyê bihên dadgahîkirin û tekz kir, helwêsta Firansayê li ser evê tekê nahê guhertin.

Amaje bi wê yekê jî da, Em di qonaxekê deyîne ku renge Diaşê girtî li zîndanên jêr desthelata Kurd birevin.

Berê jî Firansayê operasyonên serbazî yên Tirkiyê li bakûra rojelata Suriyê şermezar kir û daxwaz jî kiribû destbicih ew hêriş bihên ragirtin.
Top