• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Hewlêr û Silêmaniyê ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan

Gulan Media October 11, 2019 Nûçe
Li Hewlêr û Silêmaniyê ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan
Ji bo şermezarkirina êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, li Hewlêr û Silêmaniyê xwepêşandan hatin lidarxistin û xwepêşanderan daxwaza rawestandina êrîşê kirin.

Li bajarê Hewlêrê, hejmarek welatî ku piraniya wan xelkê Rojavayê Kurdistanê bûn, li ber baregeha sereke ya Netewên Yekgirtî kom bûn û nerazîbûna xwe li hember êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojava nîşan dan.

Herwiha li Silêmaniyê jî bi sedan kes li cadeya Salim a vî bajarî xwepêşandanek ji bo şermezarkirina êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê lidar xistin.

Rudaw
Top