• Thursday, 12 February 2026
logo

Amerîka û Rûsya dijî şermezarkirina Tirkîyê ne

Gulan Media October 11, 2019 Nûçe
Amerîka û Rûsya dijî şermezarkirina Tirkîyê ne
Encûmena Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi rûniştineke girtî operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûriyê nîqaş kir.

Di civînê de Brîtanya, Fransa, Belçîka, Polonya, Almanya û Estonya xwestin ku operasyona Tirkîye were şermezar kirin, lê Amerîka û Rûsya ew daxwaz red kirin.

Amerîka û Rûsya, bi vê redkirinê cara pêşî ye ku li Encûmena Ewlekarî ya NYyê bo Sûrîyê de heman helwestê werdigirin.

Piştî civînê, nûnerên Fransa, Almanya, Belçîka, Estonya, Brîtanya û Polonya daxuyanîyeke hevbeş belav kirin.

Endamên Ewrupî yên civatê dîyar kirin ku operasyona Tirkîyê fikaran çêdike û bang wî welatî kirin ku operasyonên xwe bi dawî bike.

Rudaw
Top