Artêşa Tirkiyê bombebarana Girê Spî û Serê Kaniyê dest pê kir
Ji şeva bihorî ve êrîşên artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê kêm bibû û topbaran hatibû rawestandin, lê belê ji îro serê sibê ve artêşa Tirkiyê careke din dest bi topbarankirina Girê Spî û Serê Kaniyê kirin.
Peyamnêrê Rûdawê li Kaniya Xezalan, Maşallah Dekak ragihand: “Ji demjimêr 08:00ê îro înê serê sibê ve careke din artêşa Tirkiyê dest bi topbarankirina bajarê Girê Spî li aliyê Rojavayê Kurdistanê kir.”
Peyamnêrê Rûdawê diyar kir, ji ber şer û pevşûnan, nêzîkî %30 ji nîştecihên navçeya Kaniya Xezalan malên xwe terikandine û ber bi cihên ewletir çûne.
Herwiha îro balafirên şer ên Tirkiyê bajarê Serê Kaniyê bombebaran kirin.
Peyamnêrê Rûdawê li Serê Kaniyê, Huner Ehmed ragihand, şer û pevçûn îro li nav Serê Kaniyê dest pê kiriye û dengê gulleyan gelek tê bihîstin.
Huner Ehmed diyar kir, hêj xelkê sivîl li nav bajêr mane, lê hejmarek xelk jî ji bajêr direvin.
Li aliyekê din, di encama êrîşa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê de, li gor zanyariyên meydanî, heta niha 10 sivîlan canê xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Duh êvarê di encama topbarankirina navenda bajarê Qamişloyê de, zarokekî 12 salî yê bi navê Mihemed Yûsif Hisên jiyana xwe ji dest da û zarokeka 8 salî ya bi navê Sare Mihemed Hisên, pîrejineke 60 salî û kesekî din ê 35 salî ku navê wî Ehmed Ebdullah bûye, bi giranî birîndar bûn.
Artêşa Tirkiyê ji roja Çarşemê 9ê Cotmehê dest bi êrîşeke berfireh bo ser Rojavayê Kurdistanê kiriye û îro di sêyemîn roja êrîşê de, topxaneyên artêşa wî welatî, herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê topbaran dikin.
Rudaw
