Ekrem Îmamoglu piştgiriya operasyona rojhilatê Firatê dike
Ekrem Îmamoglu, bi riya twîtirê piştevaniya xwe ji bo şerê Tirkiyê ya dijî rojhilatê Firatê ragihand. Şaredarê Stenbolê dibêje, hiş û dilê wî, li cihê operasyonê ye û ew ji bo leşkerên xwe dûa dikin û piştgirê wan in.
Di hilbijartina şaredariyan de, Partiya Demokratîk a Gelan HDP, piştgiriya Ekrem Îmamoglu kiribû. Îmamoglu, bi dengên Kurdan serkeftibû.
