• Thursday, 12 February 2026
logo

Şer berdewam e: Li Mêrdîn û Rihayê 6 kes mirin û 70 kes birîndar bûn

Gulan Media October 10, 2019 Nûçe
Şer berdewam e: Li Mêrdîn û Rihayê 6 kes mirin û 70 kes birîndar bûn
Êrişa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê di roja xwe ya duyem de berdewam e. Li gor daxuyaniyên parêzgariyên Mêrdîn û Rihayê 6 kesan canên xwe ji dest dane û 70 kes jî birîndar bûne.

Piştî destpêkirina êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê Rojava ve jî gelek mûşek li navçeyên sînorî taybet jî li navçeyên Kahniya Xezalan, Serê Kaniyê û Bêrecûkê û navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ketin.

Li gor daxuyaniya parêzgeriya Rihayê di encama ketina wan mûşekan de pitikekî 9 mehî yê bi navê Mihemed Omar ku malbata wî ji Sûriyê koçî wê navçeya Rihayê kiriye, canê xwe ji dest daye.

Li gor heman daxuyaniyê li navçeya Bêrcûkê jî karmendekî dewletê yê bi nave Cîhan Guneş canê xwe ji dest daye.

Li navçeya Serê Kaniyê jî di encama ketina guleyeke hawanê de, zarokeke bi navê Elîf Terîm cane xwe ji dest da.

Herwiha hatiye gotin ku di encama ketina mûşekan li wan deveran, 46 kes jî birîndar bûne û ew birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.

Li aliyê din Parêzgariya Mêrdînê jî aşkere kir ku li navçeya Nisêbînê guleyeke hawanê ku ji aliyê Rojava ve hatiye avêtin, bi malekê ketiye.

Li gor wê daxuyaniyê di wê bûyerê de jineke bi navê Fatma Yildiz a 48 salî û herdu zarokên wê yên bi navên Emîne ku 12 salî bû û Leyla ku ew jî 15 salî bû canê xwe ji dest dane.

Parêzgariya wî bajarê Bakurê Kurdistanê aşkere kiriye ku heta niha 24 kes jî birîndar bûne.

Herwiha li gor zanyariyan Şaredariya Nisêbînê jî ji ber şer, pevçûn û bûyerên li ser sînor, maseyeke krîzê hatiye ava kirin.

Ji ber êrişa Artêşa Tirkiyê li deverên sînorî yên Bakurê Kurdistanê betlane li dibistanan hatiye ragihandin û derbarê hatinûçûnê de jî welatî hatine hişyarkirin.

Rudaw
Top