Artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê dest bi êrişa bejayî kir
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, artêşa wî welatî li gel çekdarên opozîsyona Sûriyê, bo ser Rojavayê Kurdistanê êrişa bejayî dane destpêkirin.
Peyamnêrê Rûdawê li ser sînor ragihand ku leşkerên Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê, li herêmên Girê Spî û Serê Kaniyê ketine nav sînorê Rojavayê Kurdistanê.
Tirkiyê îro piştî nîvro êrîşa bo ser Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan destpêkirina êrîşa bo ser Rojavayê Kurdistanê ragihand.
Di destpêkê de balafirên Tirkiyê çend cih li Serê Kaniyê û Girê Spî bombebaran kirin.
Herwiha topxaneyên artêşa Tirkiyê çend cih li Dêrikê û rojhilatê Qamişloyê topbaran kirin.
Herwiha peyamnêra Rûdawê aşkere kir ku di encama êrişên artêşa Tirkiyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê de heta niha 9 kesan canê xwe ji dest dane û 8 kes jî birîndar bûne.
Rudaw
