HSD daxwaza qedexekirina firînê dike li Bakûra Rojhelata Suriyê
Di ragehandinekê de, HSD amaje bi wê yekê dike, deverên bakûra rojhelata Suriyê kevtîne beranber karesateke mirovî. Tevaya livîn û bizavên Tirkiyê amajeya wê yekê didin ku Tirkiye û çekdarên opozisyonê xwe amade dikin daku hêrişê dijî rojhelata Firatê encam bidin.
HSD hoşdarîyê jî dide ji wê ku xelkê sivîl û bê gunah bibin qurbanî, lew HSD daxwaz ji Civaka Nêvdewletî û Hvepeymanîya Nêvdewletî dike ku wan bi hev re şerê Daişê kirîne, berpirsyarî xwe bicihbînin û devera wan ji her hêrişekê biparêzin.
HSD daxwazan qedexwkirina firînê dike li bakûra rojhelata Suriyê dike.
K24
