• Thursday, 12 February 2026
logo

Sekreterê NATOyê serdana Tirkiyê dike

Gulan Media October 9, 2019 Nûçe
Sekreterê NATOyê serdana Tirkiyê dike
Di demekê de ku êrîşa Tirkiyê bo ser rojhilatê Firat û Rojavayê Kurdistanê di rojevê de ye, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg roja Înê serdana Tirkiyê dike.

Li gor daxuyaniyekê ku ji aliyê NATOyê ve hatiye belavkirin, Sekreterê Giştî yê wê rêxistinê, Jens Stoltenberg dê roja înê 11ê vê mehê bi armanca çend hevdîtin û civînên fermî, serdana bajarê Stenbolê yê Tirkiyê bike.

Piştî çend hevdîtin û civînên ligel rayedarên Tirkiyê, Jens Stoltenberg dê li Stenbolê civîneke çapemeniyê saz dike û tê de derbarê aramnca serdana xwe û naveroka hevdîtinên xwe yên bi rayedarên Tirkiyê re zanyariyan bide.

Sekreterê Giştî yê NATOyê berî serdana xwe ya bo Tirkiyê, îro Çarşemê serdana Îtalya û sibe Pêncşemê jî serdana Yunanê dike.

Serdana Sekreterê NATOyê di demekê de ye, ku Tirkiyê xwe ji êrîşa bo ser Rojavayê Kurdistanê re amade kiriye.

Rudaw
Top