Trump: Kurd şervanên baş in dest ji kurdan bernadin!
Serokê Amerikayê Donald Trump, di twittek nû ya weşandî de tîne ziman, ku vekşandina hêzên wan ji Sûriye nayê wateya dest ji berdan a Kurdan.
Di twitta xwe de Trump dinivîse:
“Dibe ku em bi rê de ne, ku ji Sûriye vedikişin, lê tu caran em pişt nadin Kurdan, ên ku mirovên taybet û têkoşerên rêzgirtinê ne. Di heman demê de, pêwendiyên me ligel Tirkiye, ku endamek NATO ye û danûstandinên me yên aborî yên gelek baş hene. Tirkiye xwedî hejmarek mezin a hevwelatiyên Kurd jî, heye…”
Ev tiwîta Trump di demekê de ye, pêş koşka Sipî aşkera kiribû, Amerîka dê hêzên xwe ji bakurê Sûriyê vekişînin û di van nêzîkan de Tirkiye dê operasyoneke leşkerî encam dide.
Artêşa Tirkiyê jî hêzeke mezin li ser sinorê bi Rojavayê Kurdistanê re kom dike û bi nîyaz e êriş bike.
Basnews
