Tirkiye bersiva Tiramp dide
Duhî, Donald Tirump, serokê Emerîkayê, di twîteke xwe de ragehandibû: Heke operasyona Tirkiyê dijî rojhilatê Firatê ji sînûrên ku wî diyar kirîye derbaz bibe, Ew aborîya Tirkiyeyê dê herifîne.
Cigîrê SerokomarêTirkiyeyê, Fuat Oktay jî bi nerasterast bersiva wê gefa Tirump da û got: Tirkiye ne ew welate ku li gor gefan kar bike.
Fuat Oktay , got: Tirkiye bi operasyona rojhilatê Firatê hem şerê YPGyê dê bike, hem jî delîveya vegerandina penaberan dê çêke.
Herweha got: Peyama me bo civaka nêvdewletî zelal e. Tirkiye ne ew welate ku li gor gefan kar bike.
Got jî: Dema mijar were ser ewlekariya me, Tirkiye dikare çarenivîsa xwe diyar bike û bi serê xwe biryarê bide. Baca vê yekê jî çi be, bila bibe. Em rê nadin li ser sînorê me dewleteke dî ava bibe.
