• Thursday, 12 February 2026
logo

Opezisyona Tirkiyê dijî hêrişa serbazî ne bo ser bakûra Sûriyê

Gulan Media October 8, 2019 Nûçe
Opezisyona Tirkiyê dijî hêrişa serbazî ne bo ser bakûra Sûriyê
Alîyên opezisyonên hikumeta AKPyê li Tirkiyê dijînîya xwe derbirîn bo hêrişkirine ser bakûra Suriyê. Li gor nerîna wan rêya guncayî bo nehêlana tirsên Tirkiyê, helbijartina rê ya aştîyê ye li gel Dîmeşqê.

Cêgirê serokê CHP, Fayeq Ozturk di konfiranseke rojanmevanî de ragehand: Hikumeta Erdogan welat ber bi goma rojhelata navîn dibe.

Herweha got: Pêwîste Tirkiye piştîvanîyê li supayê Suriyê bike û hevkarîya wî bike li berengarbûna terorê.

Got jî: Kurttirîn rê bo paraztina asayîşa Tirkiyê, aştîye di navbera Enqere û Dîmeşqê de.

Ev gotinên hanê piştî wê yekê dihêt ku serokê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan ragehand, welatê wî amadekarî temam kirîne û rijte li ser hêrişa serbazî bo ser bakûr û rojhelata Suriyê û wê deverê ji Hêzên Suriya Demokrat (HSD) yê pakij dike.

K24
Top