Îlham Ehmed: Dixwazin xelkên ne ji herêmê bînin rojhilatê Firatê
Seroka Desteya Cîbicîkar a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Îlham Ehmed li Waşington a paytexta Amerîkayê beşdarî birgeya Taştê ya bernameya Nûrojî Dostan a Rûdaw TVyê bû û derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê, Sûriye, Efrîn, rêkeftina li gel Tirkiyê, çend mijarên din û herwiha jiyana xwe ya kesî de ji bersiva pirsên Rûdawê da.
Îlham Ehmed derbarê navçeya aram de ragihand, ew li ser esasê vekişîna hêzên YPGê bi qasî 5 kîlometran rêkeftine, herwiha wan li hev kiriye ku çekên giran ên wan jî 20 kîlometran ji sînorê Tirkiyê dûr bin, lê belê Tirkiye bi wê yekê razî nîne û daxwaza vekişîna YPG ji 30 heta 40 kîlometran û derbasbûna hêzên xwe bo nav herêmê dike.
Îlham Ehmed destnîşan kir: “Dewleta Tirkiyê razî nîne û dixwaze 30 heta 40 kîlometran debasî nav axa Rojavayê Kurdistanê bibe. Edogan dixwaze şerekî nû li gel dest pê bike û xelkê me komkuj bike. Weke ku zirar gihand xelkê Efrînê. Niha xelkê Efrînê, her yek ji wan li cihekê ne û xelkên Ereb li cihên wan hatine bicihkirin. Her ji ber wê, Erdogan dixwaze ya li Efrînê hat kirin, li Rojhilatê Firatê jî heman karî bike.”
Îlham Ehmed dibêje, Tirkiye ji welatên Ewropayê û Amerîkayê re dibêje, ku 27 milyar dolar bidin wê û dê penaberên Sûrî yên li Tirkiyê vegerînim wê herêmê û tekez dike: “Ew yek di çarçoveya cenosaydeke nû de tê beshkirin, qirkirineke nû, dagirkirineke nû, yanî xelkê ku ne ji Hesekê, ne ji Kobanî ye, ne ji Girê Spî ye, dê were li mala kê rûne. Dê were dest dane ser axa kê. Ew rê li ber şerê nû vedike. Erdogan dibe sedema destpêkirina şerê navxweyî yê nû di herêmê de.”
Bi gotina Îlham Ehmed, DAIŞ gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê, ji xwe re weke nefes û derfet dibîne û dibêje, eger gef an êrîşek ji aliyê Tirkiyê ve bo ser herêmê dest pê bike, ew hucreyên razayî yên DAIŞê jî yekser dikevin liv û tevgerê û dest bi çalakiyan dikin û hewl didin, plan û programên xwe pêk bînin.
Serokê Desteya Cîbicîkar a MSDê da zanîn, li hember wan hewldanên DAIŞê, xebatên têkbirinê û paqijkirina deverê ji hucreyên razayî yên wê rxistinê jî hene û tekez kir, şervanên HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî operasyonên xwe li dijî DAIŞê berdewam dikin û hewla jinavbirina paqijkirin û nehêlana hucreyên razayî yên DAIŞê didin.
Derbarê rewşa herêma Efrînê de jî, Îlham Ehmed ku bi xwe xelka Efrînê ye, ji Rûdaêw re diyar kir, xweştirîn xwarin di taştê de li cem wê zeytûna Efrînê ye, û tekez dike, lê belê mixabin niha darên zeytûnê û herêma Efrînê di destê “çeteyên çekdar” de ne.
Îlham Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de behsa jiyana xwe ya kesî jî kir û got, ew di dema xwe ya betal de, bêtir mijûlî xwendinê, şopandina giştî ya rewşa herî dawîn a siyasî, dîtina kesên nêzîk û xelkê xwe dibe.
Li ser jiyana welatiyên sivîl li Rojavayê Kurdistanê û gef û metirsiyên heyî li deverê, Îlham Ehmed diyar kir, DAIŞê hêj li wê derê bi şêweyê “hucreyên razayî” di hundirê herêmê de heye û heta astekê hêza wan jî heye, herwiha DAIŞ hem xwe bi rêxistin dikin û hem jî dem bi dem çalakiyan dikin, bi taybet jî piştî ku Tirkiyê careke din gefên xwe bo ser Rojavayê Kurdistanê zêde kirin.
Bi gotina wê rayedara pilebilind a Rojavayê Kurdistanê, Amerîka dizane ew çi dixwazin û rêkeftina wan li gel Tirkiyê bi çi awayî ye. Îlham Ehmed dibêje: “Em naxwazin li gel Tirkiyê şer bikin û em dixwazin bi rêya gotûbêjê pirsgirêkên xwe çareser bikin.”
Têkildarî serdana herî dawî ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo Amerîkayê û civîna wî li gel Serokê Amerîkayê, Donald Trump, Îlham Ehmed ragihand: “Tenê yek mijar hebû ku Erdogan û Trump li ser biaxivin, ew jî mijara Sûriyê bû. Lê ew jî çênebû, ji ber ku civîn nehat kirin. Lewma yan dive Erdogan vê çareseriyê qebûl bike, ku wek rêkeftin di navbera me de heye, yan nabe vê rewşê têk bide.”
Derbarê diristbûna partiyên nû li Tirkiyê û bihêzbûna CHPê li Tirkiyê jî, wê berpirsa MSDê ragihand: “Eger ew partiyên kun û li Tirkiyê çêdibin, siyaseteke cudatir ji ya ku niha li Tirkiyê heye hebe, bo berjewendiya Kurd û bo berjewendiya Tirkiyê jî baş e. çimku ewên têne desteserkirin û di girtîgehan de ne, tenê Kurd nînin û Tirk jî têde hene. Lewma divê ew partî bi awayekî baş xwe amade bikin.”
Rudaw
