• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokwezîrê Kurdistanê li gel balyozê Franseyê civiya

Gulan Media October 7, 2019 Nûçe
Serokwezîrê Kurdistanê li gel balyozê Franseyê civiya
behsa metirsiyên terorê li deverê dekirin
Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Franseyê yê li Bexdayê civiya û li ser pêgeha xwe derbarê civînê de Serokwezîrê Kurdistanê wisa nivîsandiye;

Îro duşem 7ê Cotmehê me pêşwaziya Balyozê Franseyê yê li Bexdayê Bruno Aubert kir.

Di civînê de me behsa guhertinên dawî yên li Îraq û Sûriyeyê kir û me anî zaman ku têkçûna rewşa deverê bi taybetî li Sûriyeyê ne di berejwendiya xelkê deverê deye, dibe sedema aware bûna hijmareke zêde ya xelkê deverê û gehandina ziraran bi xelkê medenî ku ev jî ne di berejwendiya ti aliyekê deye.

Top