• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî nîgeranîyên xwe derbarê Rojavaya Kurdistanê gihande Rûsyayê

Gulan Media October 7, 2019 Nûçe
Serok Barzanî nîgeranîyên xwe derbarê Rojavaya Kurdistanê gihande Rûsyayê
Evron êvarî, li bajarê Hewlêrê, serok Mesûd Barzanî pêşwazî kir li Sêrgêy Lavrov, wezîrê derve yê Rûsyayê û şanda pê re ku pêkhatibû ji Mîxayîl Bagdanov, cêgirê wezîrê derve û nwênerê taybetîyê serok Potin bo Rojhelata Navî, Maksîm Maksîmov, balyozê Rûsya li Îraqê, Eliksensder Kînşçak, berpirsê pişka rojhelat û bakûra Eferîka di wezareta derve ya Rûsyayê de, Zelîmxan Mutsov, endamê Doma ya Rûsyayê, Olîg Lêvîn, konsulê giştîyê Rûsyayê li Hewlêrê û hejmareke karbidestên sîyasî û nwênerên kompanîya yên Rûsyayî.

Di kombûnê de, wezîrê derve yê Rûsyayê, ji bilî amajedanê bi peywendîyên dîrokî di navbera gelê Rûsya û gelê Kurdistanê, rola malbata Barzanî û bi teyabet Mela Mistefa Barzanî di kûrkirina van peywendîyan bilind nirxan. Herweha amaje bi rola sîyasî û dîrokî serok Mesûd barzanî da û ragehand, bo hevkarîya heme alî û bo çareserkirina pirsên deverê pişta xwe bi ezmûna serok Barzanê dibestîn. Herweha ûmêda pêşveçûna peywendîyên xwazt di navbera welatê wî û Herêma Kurdistanê de di warên cûda yên abûrî, keltûrî û sîyasî de.

Di pişkeke dî ya axivtinîên xwe de, weîzrê derve yê Rûsyayê, ji bilî şirovekirina armanca seredana xwe bo Îraq û Herêma Kurdistanê, xweşhalîya xwe jî ragehand bo baştirkiirna peywendîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Got jî, ku piştî şikesta Daişê, gotûbêj û karên hevpişkên Hewlêr û Bexdayê dibe sedema çareserkirina pirsgirêkan û pêşkevtin û pêşkevtina abûrî.

Di benaber de, serok Mesûd Barzanî, bi germî bixêrhatina wezîrê derve yê Rûsyayê û şanda pê re kir û peywendîyên di navbera gelê Kuridstan û gelê Rûsyayê bi peywendîyeke dîrokî pesin kir, ku binemayeke bihêz û mukim heye. Daxwaz jî kir evan peywendîyan di hemû waran de ber pêşve here.

Her di wê rûniştinê de, serok Barzanî, peywendîyên Hewlêr û Bexdayê bi erênî dazanîn ku pêngavên baş bi arasteya çareserkirina arêşeyan birîye û baştirbûna ewan peywendîyan alîkarîya akincîbûna deverê dide.

Rewşa Suriya û dawîn pêşhatên wê yên sîyasî, tewereke dî ya wê kombûnê bû û serok Barzanî nîgeranîya xwe derbarê ayîndeya gelê Kurd li Suriyê bi wezîrê derveyê Rûsyayê ragehand. Daxwaz jî kir Rûsya rola xwe bileyîze, di egera her bûyer û guhertinekê de ku rê ji kûrtirbûna êş û azarên gelê Kurd li Surîyê bigire.

K24
Top