• Thursday, 12 February 2026
logo

Îran li dijî êrîşa Tirkiyê bo ser Rojava derket

Gulan Media October 7, 2019 Nûçe
Îran li dijî êrîşa Tirkiyê bo ser Rojava derket
Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf di pêwendiyeke telefonî de li gel hevtayê xwe yê Tirkiyê, dijatiya Îranê li hember êrîşa Tirkiyê bo ser bakuê Sûriyê anî ziman û ji Enqerê xwest, ku êrîşî ser Rojhilatê Firatê neke.

Ajansa fermî ya hikûmeta Îranê, IRNAyê ragihand, ku îşev wezîrên derve yên Îranê û Tirkiyê di pêwendiyeke telefonî de, rewş û pêşhatên bakur rojhilatê Sûriyê gotûbêj kirin.

Li gor IRNAyê, Mihemed Cewad Zerîf di vê pêwendiya telefonî de dijatiya Îranê li hember encamdana êrîşa leşkerî li Sûriyê aniye ziman û tekezî li wê yekê kiirye, ku dvê rêz li yekparçeyî axê û serweriya niştimaniya Sûriyê bê girtin.

Zerîf herwiha ji Mewvlut Çavuşoglu re gotiye, ku rêkeftina Edenê baştirîn çareser bo Tirkiyê û Sûriyê û nehêlana nîgeraniyên wan e.

Wezîrê Derve yê Îranê herwiha tekezî li têkoşîna li dijî terorê û dabînkirina seqamgîrî û ewlehiyê li Sûriyê jî kiriye.

Li gor heman çavkaniyê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu jî di vê pêwendiya telefonî de tekezî li wê yekê kiriye, ku Enqere rêzê li yekîtî û yekparçeyiya axa Sûriyê digire û daye xuyakirin, ku êrîşa wî welatî bo ser bakurê Sûriyê, pêngavekî demkî ye.

Tevî wan geşedanan, hatiye ragihandin, ku êvara îro karwaneke alîkariyên leşkerî ya Hevpeymanan bo HSDê bi rêya deriyê sînorî yê Sêmalkayê derbasî aliyê Rojavayê Kurdistanê bûye.

Peyamnêrê Rûdawê li Qamişloyê ragihand, ku ew karwana leşkerî ji 70 barhilrgiran, ku çek, otomobîlên leşkerî û alîkariyên locestîk li ser hatibûn barkirin, pêk dihat.

Rudaw
Top