HSD: Amerîka pabendî erkên xwe nebû
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de belav kir, tevî hewlên wan ên ji bo gurbûneke leşkerî bi Tirkiyê çê nebe û pabendbûna wan bi mîkanîzma ewlehiyê, lê Amerîka pabendî erkên xwe nebû û hêzên xwe ji navçeyên sînorê bi Tirkiyê re vekaşandin.
Fermandariya Giştî ya HSDê da zanîn jî, Tirkiye niha amadekariya operasyona dagîrkirina bakur û rojhilatê Sûriyê dike. Ev operasyon jî dê bandoreke neyênî ya mezin li ser şerê wan li dijî DAIŞê bike û dê hemû aramiya di salên bûrî de bidest ketine, têk bide.
Fermandariya Giştî YA HSDê di daxuyaniya xwe de tekez dike, hêzên wan ji bo beravaniya li xwe bike ti carî dudil nabe.
Herwiha bang li gelê bakur û rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhatiyên wê Ereb, Kurd, Siryan û Aşûriyan kir, xwe bidin hev û bi HSDê re berevaniyê li hemberê dagîrkirina Tirkiyê bikin.
Ev daxuyaniya Fermandariya Giştî ya HSDê di demekê de ye, peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, îro hêzên Amerîkî ji baregeha Til Erqem ya başûr û rojavayê Serê Kaniyê û ji baregehekê nêzîkî Girê Sipî vekişiyan.
