• Thursday, 12 February 2026
logo

Kongrêsmanekî Amerîkî: Êdî Kurd ti carî baweriya wan bi Amerîkayê nayê!

Gulan Media October 7, 2019 Nûçe
Kongrêsmanekî Amerîkî: Êdî Kurd ti carî baweriya wan bi Amerîkayê nayê!
Biryara Koşka Spî ya derbarê rêgirînekirina li ber êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, li Amerîkayê rastî bertekên tund hat. Kongrsêmanekî Amerîkî dibêje, êdî Kurd ti carî baweriya wan bi Amerîkayê nayê. Herwiha Brett McGurk jî ragihandiye, Trump bi telefonekê diyarî daye Rûsya, Îran û DAIŞê.

Endamê Kongrêsa Amerîkayê, Ruben Gallego rexne li helwêsta Koşka Spî ya li hember Kurdan û Rojavayê Kurdistanê girtiye û li ser twîttera xwe ragihandiye: “Rêdan bi çûna Tirkiyê bo nava bakurê Sûriyê yek ji pêngavên herî neseqamgîr e ku em li Rojhilata Navîn dikin.”


Ruben Gallego herwiha dibêje: “Êdî Kurd ti carî ji Amerîkayê bawer nakin. Ew dê li pey hevpeymanekî din, yan jî li pey serxwebûnê bigerin, ji bo parastina xwe. Pompeo careke din şikest xwar.”


Ruben Gallego

@RubenGallego
Allowing Turkey to move into Northern Syria is one of the most destabilizing moves we can do in the Middle East. The Kurds will never trust America again. They will look for new alliances or Independence to protect themselves. Pompeo has failed again.

2,213
7:15 AM - Oct 7, 2019
Twitter Ads info and privacy
1,031 people are talking about this
Herwiha nûnerê berê yê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de derbarê ‎peywendiya telefonî ya navbera Serokên Amerîka û Tirkiyê de got, Trump bi telefonekê ‎diyariyek da Rûsya, Îran û DAIŞê.‎

Brett McGurk li ser hesabê xwe ‎yê twitterê derbarê peywendiya navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê ‎Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ya derbarê Rojavayê Kurdistanê de nivîsiye: "Naveroka axaftinê ‎ew e; Trump îşev piştî peywendiyeke telefonî ligel serkirdeyekî biyanî diyariyek bo Rûsya, Îran ‎û DAIŞê amade kiriye.”‎

McGurk herwiha dibêje: “Berê wê dema ku min îdareya siyaseta derve ya Amerîkayê li ‎navçeyê dikir, Trump biryareke bêfikirkirin a bi heman awayî da, lewra jî min dest ji kar ‎berda.”‎


Brett McGurk

@brett_mcgurk
· 4h
Replying to @brett_mcgurk
There’s a similar defect at the core of US foreign policies across the board: maximalist objectives for a minimalist president combined with no process to assess facts, develop options, or prepare contingencies. Our personnel are left exposed at the slightest moment of friction.


Brett McGurk

@brett_mcgurk
Bottom line: Trump tonight after one call with a foreign leader provided a gift to Russia, Iran, and ISIS. FWIW, I warned of this here in @ForeignAffairs — and recommended alternatives given the hard realities on the ground and in this White House.

Rudaw
Top