• Thursday, 12 February 2026
logo

Erdogan: Şevekê ji nişka ve dikevin rojhilatê Firatê

Gulan Media October 7, 2019 Nûçe
Erdogan: Şevekê ji nişka ve dikevin rojhilatê Firatê
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan radigihîne, şevekê ji nişka ve dikarin derbasî rojhilatê Firatê bibin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan îro li firokxaneyê dema ber bi Sirbîstanê birê ketibû di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Vekişîna leşkerên Amerîkayê destpê kir. Şandeyên Tirkiye û Amerîkayê dê xebatên xwe bikin.”

Erdogan tekez kir, ew ji bo operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê bi biryar in û got: “Şevekê ji nişka ve em dikarin derbas bibin. Em rijd in, ji ber ku em gefên rêxistinên terorê yên li dijî welatê me bi ti awayî qebûl nakin.”

Ev daxuyaniya Erdogan di demekê de ye, îro berbangê Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî hêzên xwe ji sînorê Girê Sipî û Serê Kaniyê vekişandin.

Ev jî piştî wê yekê tê, Koşka Sipî ya Amerîka ragihand, Tirkiye bi niyaz e di demeke nêzîk de operasyoneke leşkerî li bakurê Sûriyê bike û hêzên Amerîkî jî li wê herêmê namînin.

Top