Tirkiye: Berpirseke PKKê hat kuştin
Ajansa Fermî ya Hikûmeta Tirkiyê eşkere kir, Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyê (MÎT) û Arteşa Tirkiyê li dijî PKKê operasyoneke hevbeş li Qendîlê kirine. Di encamê de jî Endama Rêveberiya Koma Jinên Kurdistanê (KJK) Ayfer Kordu bi nasnav Besê Erzîngan canê xwe ji dest daye.
Ajansa Fermî ya Hikûmeta Tirkiyê da zanîn ew operasyon roja 13ê meha Îlona bûrî hatiye kir û dîmenên operasyonê jî belav kirin.
Besê Erzîngan yek ji wan fermandaran e ku ji zêdetir 25 salan e di nava PKKê de ye.
Di derbarê vê operasyonê û kuştina Besê Erzîngan de, PKK heta niha çi daxuyanî nedaye.
K24
