• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî û balyozê Fransa nîgeraniya xwe li hember rewşa Rojava nîşan dan

Gulan Media October 7, 2019 Nûçe
Serok Barzanî û balyozê Fransa nîgeraniya xwe li hember rewşa Rojava nîşan dan
Serok Mesûd Barzanî di dema pêşwazîkirina balyozê Fransa li Iraqê, nîgeraniya xwe li hember rewşa kurdan li Sûriyê nîşan da.

Îro danê sibê Serok Barzanî li Pîrmam pêşwazî li balyozê Fransa li Iraqê, Bruno Aubert û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de ku konsolê Fransa li Hewlêrê, Olivier Decottingnes jî amade bû, rewşa siyasî ya Iraqê û Rojhilata Navîn her wiha aloziyên Iraqê hatin axaftin.

Di civînê de behsa rewşa Sûriyê bi taybet rewşa Rojavayê Kurdistanê û kurdên Sûriyê jî hat kirin. Him Serok Barzanî jî him jî şanda mêvan nîgeraniya xwe li hember rewşa ku kurdên Sûriyê tê de ne, anîn ziman.
Top