• Thursday, 12 February 2026
logo

Lavrov gihîşte Bexdayê û dê serdana Kurdistanê jî bike

Gulan Media October 7, 2019 Nûçe
Lavrov gihîşte Bexdayê û dê serdana Kurdistanê jî bike
Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov gihîşte Bexdayê û biryar e piştre serdana Herêma Kurdistanê jî bike û bi berpirsên Kurdistanê re bicive.

Sergey Lavrov îro Duşemê 7ê Cotmeha 2019an di çaçroveya serdaneke fermî de gihîşt Bexda ya paytexta Iraqê û ji aliyê Wezîrê Derve yê Iraqê, Mihemed Hekîm ve hate pêşwazîkirin.

Biryar e Lavrov li Bexdayê çend hevdîtinan li gel rayedarên hikûmeta Iraqê pêk bîne û paşê jî dê serdana Hewlêrê bike û li gel rayedarên pilebilind ên Herêma Kurdistanê bicive.

Pêştir Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova ragihandibû ku Lavrov dê di 7ê Cotmehê de serdana Iraqê bike û di çaçroveya vê geşta xwe de dê serdana Hewlêrê jî bike.

Herêma Kurdistanê û Rûsyayê xwedî pêwnediyên dîrokî û bihêz in û dîroka wan pêwendiyan vedigere bo serdema Yekîtiya Soviyetê.

Di çend salên bihorî de, pêwendiyên navbera Hewlêr û Moskowê berdewam ber bi bihêzbûnê ve çûne. Di sala 2017 de yekemîn rêkeftin û girêbest di warê petrol û gazê de, di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniya Russneft a hikûmetê de hat encamdan.

Di Gulana 2018an de, şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya serokwezîrê wê demê û serokê niha yê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî serdana Rûsyayê kir. Di vê serdanê de, Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê Rûsyayê, Vladimir Putin hevdîtinek pêk anî.

Herwiha di serdana xwe ya herî dawî de bo Rûsyayê, Nêçîrvan Barzanî di kevana birêveçûna Korbenda Aboriya Saint Petersburgê de, li gel şandeke bilind a hikûmeta wî welatî bi serokatiya Sergey Lavrov civiyabû û herdu alî li ser xurtkirina pêwendiyên dîplomatîk û aborî yên navbera Moskow û Hewlêrê gotûbêj kiribûn.

Di meha Sibata îsal de jî li kevana Konferansa Asayişê ya Munchenê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov civiyabû û di vê civînê de jî herdu rayedaran behsa pêşxistina pêwendiyên du alî û rûbirûbûna gefên terorê li navçeyê kiribûn.

Rudaw
Top