Parêzgerê Bexda ji erk hat dûrxistin
Li gor kanala El Erebiye ku nûçeya xwe dispêre kanala televîzyonê ya fermî ya Iraqê ragehand, îro 06.10.2019ê encûmena parêzgeha Bexdayê parêzgerê Bexdayê Felah Cezayîrî ji kar dûrxistiye.
Herwaha ji aliyê din ve hin malperên Iraqê jî nûçe bi awayekî din belav kirin ku parêzgerê Bexdayê bixwe dest ji kar kêşaye û di civîna îro de ew daxwaza wî hatiye pejirandin û dest ji kar kêşaye.
Herçend hûrgiliyên zêdetir vê derbarê de nehatine aşkera kirin jî, lê dest ji kar kêşana parêzgerê Bexdayê di demekî de ye ku bajarê Bexdayê ku navenda parêzgehê ye û li gel piraniya parêzgehên din ên başûr û naverasta Iraqê di rewşekî aloz re derbas dibin.
Çend rojeke bi sedan hezar hemwelatiyên Iraqê dest bi xwepêşandanên nerazîbûnê kirine û daxwaza mafên xwe dikin, ji ber wê jî xwepêşandanan de tundî pêkhat û heta naha 100 kes hatine kuştin û nêzîkî 4 hezar kes jî birîndar bûne.
Basnews
