Wimmen: PKK ji bo pêvajoyeke nû amade ye
Rêvebirê Krîzên Navnetewî yên li Iraq, Lubnan û Sûriyê Heiko Wimmen diyar kir ku avakirina navçeya aram a li Rojavayê Kurdistanê girêdayî hebûna Amerîkayê ya li wê herêmê ye û got: “Li bakurê rojhilatê Firatê di navbera Tirkiye û Amerîkayê de rêkevtineke mayînde nîne, lê lihevkirineke demkî heye.”
Heiko Wimmen da zanîn ku ji bo pêkanîna baweriya di navbera Tirkiye û Hêzên Sûriya Demokratîk de pêwîst e ku Amerîka û welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî, nevbeynkariyê bikin û got: “YPG, YPJ û HSD çi bikin bila bikin, lê baweriya Enqerê bi wan nayê.”
Bi gotina Wimmen eger PKK agirbesteke yekalî rabigihene dibe ku pêvajoyake nû ya aştiyê dest pê bike.
Derbarê peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Wimmen dibêje: “Tiştê girîng ew e ku rêbaza tê meşandin bi rêkxistinî be. Divê her tişt ne li ser rêkevtinên siyasî bêne encamdan.”
Wimmen herwiha anî ziman ku Iraq dê di mijara rikeberiyên navbera Amerîka û Îranê de heta hetayê bêalî nemîne.
Rêvebirê Krîzên Navnetewî yên li Iraq, Lubnan û Sûriyê Heiko Wimmen derbarê prisgirêkên li herêmê de hevpeyvîneke taybet ligel Rûdawê pêk anî.
Rûdaw: Di çarçoveya pêkanîna navçeya aram de YPGê hêzên xwe ji herêmên sînorî vekişandin, lê pirsgirêkên di navbera Washington û Enqerê de berdewam in. Bi nêrîna te rêkevtina niha dê berdewam bike û pirsgirêkên sereke çi ne?
Heiko Wimmen: Li bakurê rojhilatê Firatê di navbera Tirkiye û Amerîkayê de rêkevtineke mayînde nîne, lê lihevkirineke demkî heye û çekên giran ên di destê YPGê de ne lixwe digire. Herwiha ev rêkevtin serbikeve jî metirsiyên ewlehî yên Tirkiyê bidawî nabin. Çimkî bi gotina Tirkiyê ew rewş girêdayî baskê PKKê yê li Sûriyê YPGê û hebûna wê ye. Heta ku peywendiyên YPG û PKKê berdewam bin û PKK li dijî dewleta Tirki êrişan pêk bîne, hebûna YPGê ya li vê herêmê dê ji bo Enqerê çavkaniyeke metirsiyê be. Herwiha YPG çekên xwe yên giran ji herêmên sînorî vekişîne jî ev yekê têrê nemana metirsiyên Tirkiyê nake. YPG-YPJ-HSD her çend bibêjin ti peywendiyên me bi PKKê ve nînin jî baweriya Enqerê bi wê yekê nayê. Ev rêkevtin û avakirina navçeya aram, girêdayî hebûna Amerîkayê ya li wê herêmê ye. Ti guman nîne ku dema Amerîkayê hêzên xwe vekişand dê rewş were guhertin. Lewma dibe ku rêkevtin heta heyamekê di navbera Amerîka û Tirkiyê de berdewam be, lê dê pirsê bi temamî çareser neke.
Amerîka û welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî ji bo parastina rewşa niha ya li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dikarin çi bikin? Eger rêkevtin serneket ji bo Kurdan û ewlehiyê herêmê çi encamê wê hebin?
Ji bo pêkanîna baweriya di navbera Tirkiye û Hêzên Sûriya Demokratîk de û parastina Kurdan, pêwîst e ku Amerîka û welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî nevbeynkarî û pêşgiriyan bikin. Ev pêşgirî dikare bi awayê vekirina rêyên diyalogên siyasî be. Tekane çareseriya ewlehiya sînorên Tirkiyê girêdayî destpêkirina pêvajoya aştiyê ya di navbera Tirkiye û PKKê de ye. Ev yek jî dikare bi agirbesteke yekalî ji aliyê PKKê dest pê bike. Qendîl jî nîşanên wê yekê dide ku ew ji bo destpêkirina pêvajoyê amade ye. Lê diyar nîne ka dê Tirkiyê wê yekê qebûl bike yan neke. Amerîka, Kurd, NATO û welatên ewropî dikarin Tirkiyê ji bo vê yekê handan bidin.
Eger rêkevtin sernekeve dê di navbera Tirkiye û HSDê de şer derbikeve û ew jî dê bibe sedem ku HSD hêza xwe bo bakur vekişîne û dest ji şerê DAIŞê berde. Di vê rewşê de DAIŞê dê pêgeha xwe li herêmê bihêz bike û dibe ku hinek deverên li Dêre Zorê dîsa kontrol bike.
Du sala bi referanduma serxwebûna Kurdistanê re derbas bûn û niha peywendiyên Hewlêr û Bexdayê baş in. Lê her çend peywendî hinek baş bûne jî beşek ji pirsgirêkên pêştir berdewam in; weke hinardekirina petrola Kurdistanê, pirsgirêka budçeyê, rewşa deverên Kurdistanî yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê. Ji bo pêşxitina gotûbêjan çi pêwîst e were kirin?
Di encama referandumê de diyar bû ku piştevaniyeke zêde ya bo xwesteka serxwebûnê heye. Lê bûyerên piştî referandumê diyar kirin ku piştevaniya ji derve bo serxwebûna Kurdistanê lawaz e. Herwiha Hewlêrê zanî ku eger yekser li hemberî Bexdayê tevbigere dê ji bo wê nebaş be, lê eger li gel Bexdayê siyasetê bike dikare ji xwe re hevalbenda çêke. Helwesteke erênî ye herdu ali li ser deverên binakok danûstandinan dikin.
Li deverên Kurdistanî yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê ji ber kêmbûna asayişê rêxistina DAIŞê disa çalak bû. Hem aliyên Hewlêr û Bexdayê û hem aliyên navneteweyî ji bo çareserkirina vê pirsê dikarin çi bikin?
Ji bo ewlehiya van herêman divê tevgereke hevsengî hebe. Wate divê li wan deveran ti alî xwe ji aliyê din bihêztir an jî serkevtîtir nebîne. Divê bê xetên tund neyên dabeşkirin. Çimkî dê badorê li ser xelkê xwecihî bike ew dê bibe sedama tundûtujiyan. Divê rêveberiyên xwecihî bêne bihêzkirin û hemû pêkhate di rêveberiyê de bibe xwedî pişkek dadmend.
Diyar e ku herdu hikûmetên Hewlêr û Bexdayê li ser mijarên petrol û budçeyê li hev bikin. Bi te pêngavên rêkevtina herdu aliyan bihêz bikin çi ne?
Serkevtina diyalogan girêdayî rewşa peywendiyên di navbera herdu aliyan de ne. Tiştê girîng ew e ku rêbaza tê meşandin rêkxistinî be. Divê her tişt ne li ser rêkevtinên siyasî bêne encamdan. Herwiha divê li ser pêkanîna şêweya rêkevtinê jî lihevkirin hebe.
Di meha pêştir de li Bexdayê li cebilxaneya Heşda Şeibî teqîn çêbû. Rayedarên ewlekariyê weke berpirsyarê teqînê Îsraîl nîşan dan. Eger li pişt wan teqînan Îsraîl hebe, çi bandora wê dê li ser hêzên Amerîkî yên li Iraqê hebe?
Encamên wê dê gelek dijawar û wêrankar bin. Hêzên Iraqî ji niha de dixwazin li welatê xwe bidawiyê li hebûna Amerîkayê bînin. Amerîkayê wek hevalbendê Îsraîlê dibînin û ew hêcet dê destan bihêz bike.
Hikûmeta Iraqê çend caran diyar kir ku ew naxwaze bibe beşeke ji aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de û tevî vê yekê dixwaze peywendiyên wê hem ligel Amerîka û hem ligel Îranê baş bin. Iraq dikare vê helwesta xwe bi heyameke dirêj berdewam bike? Çi bandora berberiya di navbera Washington û Tehranê de li ser ewlehiya Iraqê hebe?
Ji bo Iraqê tişta baş ew e ku ew peywendiyên xwe yên stratejîk ligel Amerîka û Îranê biparêze, lê eger aloziyên di navbera herdu aliyan de kûrtir bibin, Iraq nikare vê pêgeha xwe biparêze. Di wê rewşê de hebûna Amerîkayê li Iraqê dê bibe pirsgirêkek mezintir û çareserkirina pirsê jî dê zehmetir bibe. Di encamê de rêyên siyasî dê werin girtin, desthilatdarî dê felc bibe û krîzeke mezin rû bide. Divê Bexda peywendiyên xwe ligel cîranên Ereb bihêz bike û herwiha peywendiyên xwe yên aborî jî pêş bixe daku bandora sizayên Amerîkayê yên bo Îranê bandora xwe zêde lê neke. Herwiha divê peywendiyên xwe yê Îranê jî diyar bike ka dê çawa be. Herwiha Iraq dê di mijara rikeberiyên navbera Amerîka û Îranê de heta hetayê bêalî nemîne.
Rudaw
