Hoşyar Zêbarî: Sozên serokatîyên Îraqê nelocîkî ne
Zêbarî di di peyamekê de nerîna xwe li ser rewşa niha ya Îraqê û berfirehbûna xwenîşandanan û girjîyan nîşan daye û li ser sozên her sê serokatîyan bi xwenîşanderan axivtîye.
Hoşyar Zêbarî ku wezîrê pêştirê darayîya Îraqê bûye û haydarê rewşa darayî ya hikumetê ye, dibêje: Ew sozên dihên dan bo aramkirina xwenîşanderan vajîya ketwarê darayî û abûrîya Îraqê ye. Budceya 2020 zêdetir ji 30 milyar Dolaran kurt kirîye. Lew sozên wan ne locîkî ne û nekarin bicih bikin. Daxwaz ji serkirdeyên Îraqê dike hest bi vê ketwarê bikin û li gor pêwîst, locîkî hizir bikin.
Bo damirkandina tûreyî ya xwenîşanderên Îraqê, her sê serokatîyên Îraqê çend soz dayîne xwenîşanderan daku jîyan û jîyara xelkê beştir bikin
Waar.tv
