• Thursday, 12 February 2026
logo

19 xwenîşanderên din li Îraqê hatin kujtin

Gulan Media October 6, 2019 Nûçe
19 xwenîşanderên din li Îraqê hatin kujtin
Li gor zanyarîyan 19 kesên din ji xwenîşanderan Îraqê hatin kuştin.

Li gor nûçeyeke Ajansa Firans Pirês, Pênc xwenîşanderên din yên Îraqê, bi gulleyên hêzên ewlekarîyê li Bexda hatin kûştin. Hevdem Ajansa Esoşêtid Pirês belav kirîye, duhî 19 kesên din di xwenîşandanên bajarên cuda yên Îraqê hatîne kuştin.

Ev jî di demekê de ye, ku heya niha bi hûrî hejmara kuştîyan dîyar nîne û amarê cuda dihên belavkirin; lê wek hinek çavkanî behis dikin, hejmara kuştîyan ji 100 kesan zêdetire û nêzîkî çar hezar kes jî birîndar bûne.

Li 1/10/2019 xwenîşandan li Bexda û bajarên Îraqê destpêkir û alozî jê çê bû, ji bona asayîkirina rewşê bi biryara serok wezîrên Îraqê qedexeya hatinûçonê li Bexdayê hat helgirtin û çen soz jî dane nwênerên xwenîşanderan.

K24
Top