HSD: Em pêşwaziyê li helwesta Amerîkayê dikin
Pilana hevbeş ya navçeya aram li gorî xwasta Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan nîne. Ew di wê baweriyê de ye ku careke din Tikiyê tê xapandin. Serokkomarê Tirkiyê di axaftineke nû de ragihand ku plana wan a operasyonan bo ser Rojhilatê Firatê amade ye û ewê di demeke nêzîk de, dest bi operasyonên xwe bikin.
Derbarê nûtirîn pêşhate di vê çarçoveyê de, berdevkê fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê, Kîno Gebriyêl, ji Rûdawê re ragihand: "HSD bi cidî li gefên Tirkiyê dinere, ku ji çend salan ve, ew gef hene, lê di heman demê de jî HSD ji bo her egereke pêşbînîkirî amade ye ku berevaniyê di ber gelê Sûriyê de bike"
Kîno Gebriyêl tekezî li ser wê yekê kir ku "Derbarê çareserkirina kêşe, pirsgirêk û nakokiyan li navçeyê, berdewam HSDê daxwaza aştî, çareya siyasî, danûstandin û diyalogê dike, ji ber ku şer û pevçûn ji bilî wêranî û azarên bêhtir encam nadin, lewma HSD li ser pêwendiyên erênî rijd e, lê eger şer li ser wê bê sepandin, ew dê berevaniyê di ber gel û navçeyên xwe de bike."
Derbarê helwesta Amerîkayê, Kîno Gebriyêl got: "Hevpeymaniya Navdelwetî bi giştî û Amerîka bi taybetî, berdewam daxwaza pêgihiştina azadiyê, ji bo gelê Sûriyê û avakirina sîstemeke demokratîk dikir, bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku piştgiriya HSDê di şerê DAIŞê de kir."
Kîno Gebriyêl Herwiha got: "Amerîka destêwerdana leşkerî red dike û HSDê pêşwaziyê li helwesta wê dike û ligel Waşintonê di hevahengiyê de ye."
Li hember helwesta HSDê jî, Hikûmeta Tirkiyê, di gefên xwe de berdewam e û asta wan gefan bilindtir û tundtir dike.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî dibêje: "Pirsa me bo hevpeymanên me gelekî zelal e, gelo hun rêxistina terorîstî PKK/YPGê dinasin an na, ku hewl didin bi navê HSDê veşêrin. Loma berê axaftina min li wan e ku di proseya durxistina rêxistina terorîstî ji welatê me berdewam bi me pê dikenin û bi axaftinên dîplomatîk me dibin û tînin, dibêjin êdî axaftina temam bû. Me amadekariyên xwe kirine û plana operasyonê temam kiriye, me fermanên pêwîst danez. Dema biryar dan û destpêkirina operasyonê hewqasî nêzîk e ku dikarin bibêjin îro û sibe ye. Hem ji bejayî û hem ji esman wê operasyonê dikin."
Di çarçoveya rewşa hestyar de, li Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Ferat û Bakur-Rojavayê Sûriyê, welatiyên sivîl dengê xwe digihînin rêxistinên navdewletî û dewletên mezin ku rêgiriyê li ber şer û pevçûnan bikin û rewşa wêraniyê li wan navçeyan peyda nebe.
Rudaw
