• Thursday, 12 February 2026
logo

Hevpeymanîya Kurdistanî Durişm û peyrewa lîstê dîyar dikin

Gulan Media October 6, 2019 Nûçe
Hevpeymanîya Kurdistanî Durişm û peyrewa lîstê dîyar dikin
Evro, Yekşembîyê, alîyên pişikdar di lîsta Hevpeymanîya Kurdistanê de bo dîyarkirina peyrew û durişmên lîstê kom dibin.

Mehemed Celîl, Endamê navenda Helbijatina Komeleya Îslamî, derbarê kombûna evero, bi Kurdistan24 re ragehand: 22 alî pişikdarin di evê lîstê de û ewa cihê dilxweşîyê ye, heya niha ti pirsgirêk nehatîne pêş me.

Ragehand jî: Di baregeha Komela Îslamî de, evro gotûbêjan li ser peyrew û durişman dikîn.

Amaje bi wê yekê jî da: Duhî roja dawîyê bû bo radestkirina navê Hevpeyamnîyê lê bi egera xwenîşandanan ew kar nehat encmadan û dem hatê dirêjkirin bo 20ê mehê.

Di kombûna burî de li Silêmanîyê, alîyan Ebdulrehman Mistefa, parêzgarê pêştir yê Kerkûkê, bi serokê lîstê helbijartin û logo û navê lîstê jî destnîşan kirin.

Biryare li 1/4/2020 helbijartina Civata Parêzgehan li Îraqê dihêt encam dan û alîyên Kurdistanî li Kerkûk, Dîyala, Selahedîn û Neynewa bi yek lîst pişikdarîyê dikin.

K24
Top