Polîsê Îraqî rêyên devera Pirdê daxist
Li gor peyamnêrê Kurdistantvê yê li Kerkûkê, polîsê Îraqî li Pirdê tevahiya rêyên hatûçûyê ji bilî rêya serekî ya navbera Hewlêr û Kerkûkê daxistiye.
Peyamnêrê Kurdistantvê herwiha eşkere kir ku ji Bexda fermanek bo hêzên fedralî hatiye û têde behsa vê yekê dike ku hêzên pêşmerge xwe amade kirine daku biçin nava Kerkûkê jiber vê yekê hêzên fedralî tevahiya rêyên hatûçûyî ji bilî rêya serekî ya navbera Hewlêr û Kerkûkê daxistine û herwiha serngerên xwe yên hember hêzên pêşmerge jî bihêztir kirine.
