• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Dêrsimê 2 gerîlayên PKKê canê xwe jidest dan

Gulan Media October 5, 2019 Nûçe
Li Dêrsimê 2 gerîlayên PKKê canê xwe jidest dan
Li bajarokê Pilemûrê ya Dêrsimê di encama şerekî de du gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dan.

Li gor ragihandina Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, Fermandariya Leşkerî ya Dêrsimê û Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyê (MÎT) li bajarokê Pilemûrê li dijî gerîlayên PKKê operasyoneke hevbeş kirine.

Da zanîn jî, di encamê wê operasyonê de du gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest dane.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Bergîriyê yê Tirkiyê jî di daxuyaniyekê de ragihand, bingehên PKKê yên li Zap, Avaşîn û Garê hatinê bombebaran kirin û 17 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Lê di derbarê van operasyonan de ji aliyê PKKê ve heta niha çi daxuyanî nehatine dayîn.

Top