• Thursday, 12 February 2026
logo

Adil Ebdulmehdî hewla vemirandina agirê şeqaman dide

Gulan Media October 4, 2019 Nûçe
Adil Ebdulmehdî hewla vemirandina agirê şeqaman dide
Serok wezîrên Îraqê, Adil Ebdulmehdî di gotarekê de daxwaz ji Civata Nwênerên Îraqê kir, desthelata guhertina hinek wezîrên kabîneya hikumetê bide wî.

Piştî sê rojan ji berdewamîya xwenîşandanên Bexda û bajarên başûr û naverasta Îraqê, serokê wezîran, Adil Ebdulmehdî, daxwaza aramîyê û delîvedanê bo guhertinan ji hevwelatîyan dike.

Di gotarekê de, ku telefizyona fermîya Elîraqîye weşand, Adil Ebdulmehdî daxwaz ji Civata Nwênerên Îraqê û hêz û alîyên sîyasî kir desthilata guherinê bidenê, dûr ji pişikpişkanê ya sîyasê daku bikare guhertinan encam bide.

Got jî: çareserî ya cazî (sihrî) nîne bo arîûeyên hukimranîyê û xirab mifawergirtinê ji desthilatê, lê hemû hewlekê dide daku yasayek derkeve û her malbateke hejar mûçeyeke bineret hebe.

Herweha gote xwenîşanderan: Dengê we hate bihîstin û ew daxwazîya hewe heye bo berengarîya gendelîyê û çaksazîya bineretî daxwazîyeke rewaye.

K24
Top