Pentagon: YPG li ser jinavbirina binkeyên xwe berdewam e
Berdevkê Sererkaniya Amerîkayê Patrick Ryder û Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman, konferanseke rojnamevaniyê ya hevbeş encam dan.
Patrick Ryder, li ser pirsa, gefên Tirkiyê yên ji ber bicihnebûna daxwazên wan li ‘Navçeya Aram’ û gefên êrişkirina ser Rojavayê Kurdistanê got, “Em hewl didin wê mekanîzmaya ewlekariyê bicih bikin. Di vê yekê pêşketinên me berdewam dikin.”
Herwiha Patrick Ryder got ku ew bersiva daxuyaniyên ji Tirkiyê tên nade û bibîr xist ku wan li gel Tirkiyê heta niha 7 dewriyên asmanî û 2 dewriyên bejahî yên hevbeş encam dane û ji bo pêşerojê jî plansaziya pêkanîna dewriyeyên din dikin.
Wî berpirsê Amerîkî diyar kir ku ne tenê ji bo nîgeraniyên emnî yên Tirkiyê, ew ji bo serîhilnedana DAIŞê û jinavbirina wê bi yekcarî, em dixwazin li gel Tirkiyê kar bikin û got, “Gelek kar maye divê em bikin, lêbelê baweriya me li ser wê yekê teqez e ku pêşketin heye.”
Patrick Ryder herwiha diyar kir ku xebata hevbeş a li gel Tirkiyê û diyalogê weke mifteyê serkeftinê dizanin û ragihand ku fokusa wan li Sûriyê li ser wê yekê ye ku vegera DAIŞê ji nû ve, asteng bikin.
Ryder li ser pirsa, ‘Hebûna YPGê ya li hinek deverên li ser sînor berdewam dike, hûn dê midaxele bikin, an jî YPG dê kengî ji wan deveran vekişe?’ got, “Amerîka û Tirkiye li ser xebata bi hev re ya li ser devereke diyar, hevbeş in. Diyalog berdewam dike.”
Herwiha wî berpirsê amerîkî aşkere kir ku YPG li ser jinavbirina binkeyên xwe yên li deverên sînorî berdewam e.
Rudaw
