• Thursday, 12 February 2026
logo

Hevpeymaniya Navdewletî alîkariyên serbazî bo HSDyê dişîne

Gulan Media October 4, 2019 Nûçe
Hevpeymaniya Navdewletî alîkariyên serbazî bo HSDyê dişîne
Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî alîkariyên serbazî bo HSD li rojavayê Kurdistanê şandin.

Ajansek nêzîkî Opozisyona Sûriyê belavkiriye, Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî karwanek alîkariyên leşkerî û lojistî, ku ji alav û otombilên serbazî pêk dihat, herweha çekên sivik li xwe digirt, ji bo bingehên xwe û yên HSD ji navçeyên cuda yên Sûriyê re şand.

Di destpêka vê hefteyê de jî, Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî karwanek alîkariyên leşkerî û lojistî ji bingeha xwe ya serbazî li bajarokê Ên Îsa û ji bo Civata Serbazi ya Girê Spî re şandibû.

k24
Top