• Thursday, 12 February 2026
logo

Kalemêrekî Efrînî ji encama eşkenceyê canê xwe jidest dide

Gulan Media October 3, 2019 Nûçe
Kalemêrekî Efrînî ji encama eşkenceyê canê xwe jidest dide
Welatiyekî din ê Efrînî ji encama eşkenceya hovane li ser destê grûpên çekdar nexweş dibe û piştre canê xwe jidest dide. Ji aliyekî din ve jî, hêzên Tirkî û grûpên çekdar 2 welatiyên din revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, welatiyê 60 salî Şukrî Mistefa yên ji gundê Mîrka ku berî 4 mehan ji aliyê grûpa El Hemat ve hatibû revandin û bi awayekî hovane hatibû eşkencedan û piştî 300 hezar Lîreyên Sûrî da wê grûpê hat berdan, lê ji encama eşkencedana di girtîgehê de dîtiye nexweş bû û li nexweşxaneya Ezazê canê xwe jidest da.

Wê rêxistinê da zanên jî, grûpeke çekdar roja 1ê vê mehê bi ser mala welatiyê bi navê Beşîr Mistefa li Efrînê de girt ew revand û pere û zêrên li malê bûn dizîn (nirxê wan biqasî 3 milyon Lîreyên Sûrî ne).

Herwiha roja 30î Îlonê, grûpa El Hemzat ligel endamên Ewlekariya Siyasî û endamên Îstixbarata Tirkî welatiyê bi navê Es'ed Kalo ji gundê Kefir Zîtê revand û ber bi cihekî ne diyar ve bir.

Ji dema dagîrkirina Efrînê, zêdetir ji 40 welatiyên Kurd di bin eşkencedeya hovane û guleyên rasterast yên grûpên çekdar dide tên kuştin.


K24
Top