Ebdî: Armanca Tirkiyê dagîrkirin e, ne ewlehî ye
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji “Medya Haber” re ragihand, ne ew ne jî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî pilana Serokomarê Tirkiyê ya ji bo rojhilatê Firatê qebûl nakin.
Ebdî da zanîn, armanca pilana Erdogan ne peydakirina ewlekarî ye, lê dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ye û guherandina demografiya wê ye. Bicihkirina penaberan bo rojhilatê Firatê û avakirina gund û bajarokan xeyal e û xaka wan ne bêxwedî ye.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li Neteweyên Yekgirtî eşkere kiribû, ew dixwazin 2 milyon penaberên Sûrî li rojhilatê Firatê bicih bikin.
