• Thursday, 12 February 2026
logo

Îraq.. 12 xwepîşander hatîne kuştin û 650 brîndar bûne

Gulan Media October 3, 2019 Nûçe
Îraq.. 12 xwepîşander hatîne kuştin û 650 brîndar bûne
Komisyona mafên mirovî li Îraqê ragihand; di du rojên borî da 12 kes ku 11 ji wan xwepîşanderin hatîne kuştin û 650 jî brîndar bûne.
‘Elî Elbeyatî, endamê komisyona Mafên Mirovî li Îraqê îro di beyanekê dawî amara qurbanîyên xwepîşandanan eşkere kir û da ragihand; Ku di du rojên borî da di xwepîşandanên Bexda û hejmareka parêzgehên din yên Îraqê de 11 xwepîşander û polîsek hatîne kuştin û 650 kes ku 87 ji wan endamên hêzên êmnahî ne, birîndar bûne.
Diyar jî kirîye: Ku 122 kes jî ta niha hatîne girtin, lê piranî hatîne azad kirin.

Waar.tv
Top