• Thursday, 12 February 2026
logo

Tirkiyê hişyarî da welatiyên xwe yên li Iraqê

Gulan Media October 3, 2019 Nûçe
Tirkiyê hişyarî da welatiyên xwe yên li Iraqê
Ji ber alozî û xwepêşandanên ku li Iraqê, Wezareta Derve ya Tirkiyê daxwaz ji welatiyên xwe dike ku serdana wan navçeyan nekin ku xwepêşandan lê hene.

Di daxuyaniyeke de Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihandiye, ji ber ew xwepêşandanên ku ji 1ê Cotmehê ve li parêzgehên cuda yên Iraqê û bi taybet li Bexdayê destpê kirine, ew daxwaz ji welatiyên xwe dikin ku ji wan navçeyan dûr bimînin, ku xwepêşandan lê hene.

Wezareta Derve ya Tirkiyê dibêje: “Ji ber wan xwepêşandanên li parêzgehên cuda yên Iraqê, bi taybet Bexdaya paytext ku ji 1ê Cotmeha 2019an ve destpê kirine û berdewam in, em şîretê li welatiyên xwe dikin, eger neçar nebin serdana wan navçeyên ku xwepêşandan lê hene, nekin.”

Di heman daxuyaniyê de daxwaz ji welatiyên Tirkiyê yên li Iraqê tê kirin, ku pabendî rênmayî û haydarkirinên hikûmeta Iraqê bin û tê gotin: “Divê ew welatiyên me jî ku niha li wî welatî ne, ji nêzîk ve çavdêriya wan agahdariyan bin ku ji aliyê berpirsên Iraqê ve tên belavkirin û ji deverên qerebalix dûr bikevin û derbarê ewlehiya xwe ya kesî de haydar bin.”

Ew sê roj in li pey hev li Bexdayê û çend bajarên din ên Iraqê xwepêşandan berdewam in, lê di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê yên Iraqê de alozî û tundûtîjî derketin, ku li gor zanyariyan, di encama wan tundûtîjiyan de kuştî û birîndar hene.

Li gor gotina Endamê Encûmena Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan li Iraqê, Hêmin Bacelan ku ji Rûdawê re axivî, bi sedema aloziyên ku di xwepêşandanan de derketine, heta niha 10 kes hatine kuştin û 395 kes jî birîndar bûne.

Rudaw
Top