Qedexeya çûnûhatinê li Bexda û çend bajarên din hat ragihandin
Di civîneke Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê de, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî biryar da, ji îro demjimêr 5:00 ve qedexeya çûnûhatinê li Bexdayê, Nasiriye, Emara, Babil û Necefê destpê bike.
Li gor nûçeyeke ajansa “Reuters” îro berbangê dengê çendîn teqînan li navçeya Kesek a Bexdayê hatin bihîstin.
Hevdem jî, Wezareta Bergîriyê ya Iraqê ji bo parastina dam û dezgehên hikûmî û şandên dîplomasî, hêzên artêşê ji îro ve xistine haleta amadebaşiyê.
Ev di demekê de ye, çend roj in xwepêşandan li Bexda û çend bajarên din ên Iraqê destpê kirine û ji encama destêwerdana hêzên ewlekariyê, 12 kes hatine kuştin, di nava wan polîsek jî heye.
