• Thursday, 12 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Yunanê li Iraqê civîyan

Gulan Media October 1, 2019 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Yunanê li Iraqê civîyan
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê peywendiyan û rewşa erêniya di navbera Hewlêr û Bexdayê bi bingeh û derfetekî baş ya veberhênana biyanî li Herêma Kurdistan û Iraqê da zanîn û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina hemû hêsankariyeke veberhêneran û sermayeguzariya kerta taybeta Yunan li Herêma Kurdistanê nîşan da.

Serok Nêçîrvan Barzanî li civîneke li gel birêz Yonîdos Kontovonîsyos Balyozê Yunan li Iraqê tekez li ser xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Yunanê kir û spasî Konsolxaneya Giştî ya Yunanê li Hewlêrê kir ku rolekî diyar li pêşvebirina peywendiyan da heye. Ji aliyê xwe ve birêz Balyozê Yunanê jî heman xwesta welatê xwe dûpat kir.

Li civînê de her dû alî serdana çaverêkiriya Wezîrê Derveyê Yunanê li Iraq û Herêma Kurdistanê ya li gel şandekî aborî û bazirganî, girîngbûna geşta raste rast ya asmanî ya li navbera Hewlêr û Atîna, peywendî û guftûgoyên Hewlêr û Bexda ya ji bo çareserkirina kêşeyan û rewşa Iraq û navçeyê bi giştî guftûgo kirin.

Waar.tv
Top