• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokê herêmê li gel firaksiyona PDKê civiya

Gulan Media September 30, 2019 Nûçe
Serokê herêmê li gel firaksiyona PDKê civiya
daxwaz kir girîngî bi wan proje qanûnan bidin ku xizmeta xelkê dikin
Duhê êwarê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel firaksiyona partiya demorkata Kurdistanî ya li parlementoya Kurdistanê civiya.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji firaksiyona PDKê kir daku girîngî bi wan proje qanûnan bidin ku xizmeta xelkê Kurdistanê dikin û kar bo baştir kirina rewşa jiyana xelkê bikin.

Barzanî herwiha rola parlementoya Kurdistanê bo çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi girîng wesif kir.
Top