Mesrûr Barzanî 13mîn pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê vekir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasima vekirina sêzdehemîn pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê de gotarek pêşkêş kir û anî ziman ku em dixwazin abûriya Kurdistanê di hemû waran de pêş bixin daku dahat û abûriya Kurdistanê bi tenê li ser petorlê nebe.
Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê asankariyên gelek zêde bo bazirgan, pîşesaz û kompaniyên biyanî yên ku dixwazin li Kurdistanê de kar bikin dike.
Îsal 300 kompanya ji 22 welatên cuda beşdariyê di pêşangehê de dikin û heyama 4 rojan jî berdewam dibe.
