• Thursday, 12 February 2026
logo

Beşê zimanê Çînî li zanîngeha Selahedînê tê vekirin

Gulan Media September 30, 2019 Nûçe
Beşê zimanê Çînî li zanîngeha Selahedînê tê vekirin
beşê zimanê Kurdî jî li zanîngeheke girîng ya Çînê tê vekirin
Serokwezîrê Kurdistanê û Konsulusê Çînê yê li Hewlêrê civiyan û Serokwezîrê Kurdistanê derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro yekşem 29ê Îlonê me pêşwaziya Konsulusê giştî yê Çîn yê li Hewlêrê Ni-Ruchi kir.

Di civînê de me behsa berfiretir kirina têkiliyên navbera Çîn û herêma Kurdistanê kir û jiber girîngîdana Çînê bi bihêtir kirina têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê me spasiya Çînê kir.

Ji aliyê xwe ve Ni-Ruchi behsa vê yekê kir ku welatê vî hana kompaniyên Çînî dide daku li herêma Kurdistanê de dest bi kar bikin.

Ni-Ruchi di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku di demeke nêz de vê beşê zimanê Çînî li zanîngeha Selahedînê were vekirin û beşê zimanê Kurdî jî li zanîngeha Beijingê tê vekirin.
Top